Seta Omer Dilsoz 1
Kurte
Gotinên
Gunehkar
Nivîskar, di heman demê
de ew kes e ku derdekî wî heye. Derd, naveroka berheman e, mebesta nivîsandinê
ye. Hesenê Metê wekî her nivîskarê ciddî ne tenê naveroka metna xwe, awayê
vegotina wê jî ji xwe re kiriye derd. Dema riya qisetkirinê bi dest dixe, di
nav wê şêwaza xwe ya xweser de ji me re çîroka kamilbûna ciwanekî vedibêje û
wekî her çîroka çavvebûnê, vê yekê bi gotinên wêrek tîne meydanê.
* * *
“Bi saya vê pirtûka
Hesenê Metê em didin dû marekî morbelek û maneya qencî û xerabî, bedewî û
kirêtayiyê ji nû ve dibînin.”
(Joanna Bochenska)
Labîrenta
Cinan
Realîzm û surrealîzma di
Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e.
Û xwe dispêre cîhên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jî dûrtir e, ev
surrealîzmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye. Pakize Barişta (Yeni Aktuel)
Ji romana kurdî,
Labîrenta Cinan yek ji wan nimûneyên herî baş e. Di hunera romanê de, pirsa
dûrketina ji xwe gelek caran hatiye bi kar hanîn, lê hêjayiya xwendina vê roamanê
ew e ku ji perspektîveke din ve û ji hêla hundur ve jî meriv dikane li
meseleyan mêze bike û vejîne.
Kemal Varol (Radikal)
Romana Labîrenta Cinan
nîşan dide ku civakek weke aşekî dikare gelek bi fesal û bi pergal mirovan hêdî
hêdî bihêre, bike weke pîneyekî û bavêje aliyekî.
Rohat Alakom (Nûdem 10)
Epîlog&Smîrnoff
Metê di edebiyata kurdî de yek ji wan
nivîskarê mezin ê van salên dawîn e. Hosteyê vegotin û çîroknûsînê ye. Di hemû
kurteçîrokên wî de ji bo ziman kedeke mezin û dilsoz xwe dide dest. Ger di
edebiyata kurdî de em behsa humour ango îroniyê bikin, Epîlog û Smîrnoff bi
mînakên serkeftî yên vî cureyî tije ne.