Seta Romanên Jan Dost 1
Özet
Kobanî
Jan Dost, rojnivîsk û jînenîgariya
xwe nenivîsiye, wî her du cure di romanê de bi kar anîne da ku trajediya kurdan
bîne zimên û behsa wêraniya bi serê miletî hatiye, bike. Gelek caran mêjûyê jî
ji xwe re dike çarçoveyek û bi rûpoşa dîroknûsekî romanê dinivîse.
Prof. Basillius Bawardi -
Zanîngeha Bar Ilan
Ev roman hewldaneke
wêjeyî ya cidî ye di warê realîzma mêjûyî ya rexnegiriyê de.
Bi vê romanê Jan Dost
xwestiye ji xewn û hizrên realist/xeyalî derkeve, û xwe bigihîne metodolojiya
di romanên hemdem de tê bikaranîn. Wî wek armanc rewşa milletê Kurd bi tevayî
daye ber çavê xwe, û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û berî her tiştî jî
şerê ku li Kobaniyê rû daye, vedibêje.
Salih Sûzenî - Şair û
rexnegirê edebî. Rojhilatê Kurdistanê
Tebeşîra
Zer
Şer, zilm û koçberî;
axirî, dagîrkerî bi tenê jiyana xizanan şerpeze nake. Ew, herweha jiyana wan
kesan jî serobino dike ku berî van qewimînan jiyaneke wan ya maqûl hebû, di
civatê te de xwedî qedr bûn û ew potansiyela wan hebû ku dikarîbûn pê ew civat
veguherandana.
Jan Dostê ku
romannivîsekî hoste yê zimanê me ye, vê carê, bi çav û devê Kamîranê piçûk, bi
hûrnihêrîneke dilzîz berê me dide çîrokeke rastîn; Dost, wextê dagirkirina
Efrîna kesk/Efrîna zeytûnan û bi mînaka malbata Kamîranê zarok, trajediya bi
serê hemî niştecihên bajêr hatî vedigêre.
Vegêraneke têr-kitekit;
veguherîn û têkşikestinên bi qasî hebûnê berfireh ku dê tu carî necebirin.
Otobûsa
Kesk
Yanî ҫi ye te bi qûna
taxê girtiye? Yanî ҫi ye tu bi rik û israr î da ku li taxa xwe bingor bibî? Tu
bi ku de biҫî cihek heye ku bibe tirba te. Welatê me tevde bûye goristan. Mirî
miriyan defin dikin. Kuştî di cenazeyan de dimeşin. Kî dê fatiheyê li ser te
bixwîne? Eslen kî dê te binax bike? Dibe ku segên aware werin goştê te bixwin
berî ku yek were te binax bike. Dibe ku tu bibî xwarina qijikên ku asîmanê
welêt dagirtine.
Ev, ne çîrokek e bi
qelema Jan Dost ji xeyalê nizilîye ser kaxizê. Rûdan, serpêhatî û serboriya vê
romanê, belkî rengvedana temamiya dîroka kurdan e ku ji çavê pîremêrekî, di
çarçoveya malbata wî de, wêranî û zilma li ser welatî, sekn û nêrînên dewletên
biyanî bo axa wan û miletê wan, bi haletîruhiyeteke însanî û wijdanî hatine
vegêran.
Di vê romanê de,
berjewendî û sekna neteweyî di çarçoveya insaniyetiyê de, xwînerên xwe
vedixwîne qada hizrê ku dubendiyeka girîft heye di nav wan de