Lis

Şev û Gulistan

%20İndirim
12,80 TL
16,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare183
Yazar
Hesen Silêvanî
Sayfa Sayısı
80
Kitap Adı
Şev û Gulîstan
Dili
Kurdî
ISBN
975-978-6179-34-5
Stok Durumu
1 - 2 günde temin
Fiyat
16,00 TL + KDV
*12,80 TL den başlayan taksitlerle!

Kurte

Di vê kurteromana xwe de, nivîskar Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji ‘dijminê’ xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a mirovê Kurd bi bîra me dixe.

Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê ‘tekmîlê’ didiyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne ‘tertîbê’ xwe Dilşad û jê re dibêje: “Dilşad, de were vî dewarî tê bigihîne” ewqasî dişibe Kurdekî ku leşkerîyê ji Tirkan an Farisan re dike!

Nivîskar, bi zanîn, vê birîna hevbeş dixe tevina romanê û bi awayekî serketî li gel ku bîra her mirovê Kurd ê ku leşkerî ji vî û wî re kiriye bikole; hest û dilînên reva ji ‘cehenemê’ û çûna ‘behiştê’, ‘behişta berfîn’ yanî çîyayên Kurdistanê, çîyayên ku duh jî û îro jî sembola azadîyê ne, bi hêminîyeke siruştî û vegotineke mirovî li ber çavên me radixe.

Berhem her çend wekî berhemeke cure-wêjeyî navê kurteromanê lê hatibe kirin jî, ji bilî beşên di çêja helbestê de, helbesta şeveke çardehperwaz e. Her perwazek bi her vehesandinekê re hilmeke bendemayîna gîyansotîner e.

Em dikarin bibêjin ku ev berhema han derî û sînorên bi xilq û asê yên li ber wêjeya Kurdî dirûxîne, xwîneran bi berhemê re ji sînoran diqevizîne û wan digihîne gîyanên wan ên jibîrbûyî.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Şev û Gulistan bijare183
Şev û Gulistan

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.