Alışveriş Sepeti
Sepetinizde ürün bulunmamaktadır.
Özet
Ev roman, di kesayetiya
Kurdeke belengaz de, dramatîzekirina jiyana Kurda ye. Ji destê êş û elemên
jiyana bindestiyê, ji destê koçberî, dubanetî û bêkesiyê, serboriyên me Kurdan
çawa dibine zêmar û li rû ezmana dibine wêneyê evîna azadiyê. Di wî wêneyî de
jî, wêneyê xwediyê nirxên zêrîn, wêneyê jina Kurd e ku bi zelûliya herî mezin
dibe hîmê çanda Kurdî û bi zimanê xwe yê xweşik dîwarê pêşeroja me diafirîne.
Êş û elemên xwe dike stran, dike govend û diyarî çiya û banî, deşt û zozan,
gelî û newalên welatê xwe dike. Ji ber ewqas tehde û êşên dijwar, tu car rûyê
xwe tirş nake û posîde nîne. Em Kurd tev zanin; gava ku jinên Kurdan bi
purçî-mehde û posîde bin, bizanibin qira mêran hatiye.