
Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê
Kurte
Dema serhildana Şêx Seîd
têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan.
Di demek wisa teng de Şêx
Evdirehîm li çiyayê Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botan xwe bi
rêxistin kir, tekoşînek berfireh rûda.
Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî
wek ya birayê wî Şêx Seîd tûşî îxaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan hat.
Şêx Evdirehîm ji malbatê,
ji heft birayan yê piçûk bû, kesekî zaf oldar bû.
Şêx zaf zana û pêşiya xwe
baş didît, gelek xweşmêr û comerd bû. Xwedî sitratejiyek bê hempa bû, nava
neyarê xwe dixwend, tekiliyên wî bi gel re baş bûn, di dema herî teng de jî
bêhêvî nedibû, yên bi xwe re gelek xweş motîve dikir. Ji mirinê qet
neditirsiya.
Daîm digot ey zarokên
Cengiz! Vêya baş bizanibin hûnê karibin bi fîşek û bombeyan Şêx Evdirehîm
bikujin; lê ez wê rê nadim we ku hûn kelepçe li destê Şêx bidin, ji serê xwe
derxin ku hûn benik têxin qirqa Şêx Evdirehîm.