Sîber - Berhemên Giştî 3
Kurte
Sîber keçeke bedew û bi xeml û xêz, bi
tore û xwende li gundekî kurdan li Ermenistanê dijî. Dibe mirada hemû xortên
gund. Lê ji ber cudahiya wê ji keçên din, kes cesaret nake here xwazgîniya
Sîberê.
"Sîber" dide xuyakirin ku pir caran bedewî – ya rûhî û fîzîkî- dikare
çi bêtarê bîne serê xwediyê xwe, nexasim dema ew bedewî wek nêçîrekê bikeve
xefkê û bibe dîla destê kesên nezan û neyarên zanîn û bedewiyê.
“Na û –Sîber ev yek li xwe mukur nehat, – ez ê çima xwe ji we vedizim, xwe
li we nekim xwedî? Qey qîza tîyê min a mezin bûye. Ez hema hê ji derve têm, ez
ê çima wisa bikim? – Sîberê gote dê û piştî demeke kin bi guherandina awaz û
tona axaftina xwe babeta gilî û gotinan jî da guherandin û ji dê re got: –Terka
van gotinên xwe, vê şubha xwe bide û ji min re behsa xwişk û birayên min, heval
û hogirên min, gundîyên me bike, bibêje, kanî di gundê me de qe çi heye, çi
tune ye, çi qewimandinên teze di gund de çê bûne, kî behsa min dike?”
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û
deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; di romana xwe Sîber de adet, tore, govend û dîlan,
cil û bergên û nerînên Kurdên Ermenistan û Gurcistan û Sovyeta Berê û li ber
çavên me radixîne. Herwiha siruşta wir a qeşeng nîşanî me dide û dîrokeke li
ber nemanê tomar dike û ji windabûnê diparêze.