Şikefta Xwekuştinê
%20İndirim
48,60 TL
60,75 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare587
Yazar
Receb Dildar
Sayfa Sayısı
135
Kitap Adı
Şikefta Xwekuştinê
Dili
Kurdî
Ebat
13 x 19.5 cm
Basım Yılı
2007
ISBN
978-994-43823-8-0
Fiyat
60,75 TL + KDV
*48,60 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte
Şikefta Xwekuştinê’ ewil pirtûka çîrokê yê nivîskar e û ji 20 kurteçîrokan pêk tê. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, çîroka nozdemîn e. Pirtûk, bi çîroka ‘bîhna avê’ destpêdike û bi çîroka ‘veger’ê jî tê dûmahiyê.
Qet şik tune ye ku her çîrok ji yên din xweşiktir e. Hemû çîrok bi zimanekî hêsa hatine nivîsandin. Tev jî xwe didin xwendin. Lê ya rastî jî ew e, mirov di hin çîrokan de jî xwe dibîne. Ango her çîrokekî ‘stran’ekî kurda bi xwe ye. Di çîrokan de geh ‘strana’ koçberiyê, geh jî ‘strana’ îşkenceyê hene. Dildar, hin car jî bûye dengê xort û keçên kurda. Belê, bi vî rengî her çîrokekî Dildar ‘stran’ekî ye û her ‘stranekî kurda’ jî, xwe didin xwendin.
Çîrokên Dildar, carna jî di nav ken de çavê meriva tijî girî dikin....
... her serboriyên ku tên gotin bi serê xwe romanekî ye. Lê nivîskar, bêyî ku mirov eciz bike, wekî di ‘Ji bo kovarekê’ de jî tê dîtin, bi ‘kêf û şahiya’ dê û keçê, behsa îşkenceyên hovane, zilm û zora 12 Îlonê dike ku tu mala kurd ji vê hovîtiyê bêpar nemane.
... hemû babetên çîrokên Dildar, wekî hev nînin. Çîroka ku navê xwe jî daye pirtûkê, ango ‘Şikefta Xwekuştinê’ jî, çîroka keçikên belengaz yên kurda ye. Keçên me yên ku di bin kevneşopa bêwate de dikin zare zar, berdêla dijderketina xwe, dilnexwestina xwe carina jî bi canê xwe didin. Dildar jî, bi vê çîroka xwe ve bûye dengê zare zara keçikên me yên delal; xasima jî delalên me yên Batmanê, Bişeriyê û Heskîfê...
Alî Çinar, Kovara Tîroj, hejmar: 33, Tîrmeh-Tebax 2008
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!