Silûk
Kurte
Mîna ku meriv di jiyana
xwe ya derbasbûyî û ya vê gavê de her tim bi tena serê xwe jiya be, bêyî ku li
tu kar û baran, li çêkirina xwarinê, li şuştina firaxan, li paqijiyê û li
cilşuştinê biheyire; serê sibehan qahweya xwe bi xwe çêbike, taştiya xwe bi xwe
hazir bike, kulîlkên li ber pencereyê bi xwe av bide û asûgiyên xwe yên derve
bi xwe bike; di her serê êvarê de derkeve meşeke bi qederê seetekê, di vegerê
de ji firneya kêleka malê nanekî teze bikire, li bin kamelyaya sîteyê rûne û bi
deqîqeyan li ezmanê vî bajarê birîndar temaşe bike; di demeke weha de li vî
bajarê belangaz vegere ku li her kuçe û sikakên wî lawên bavan bi dev dikevin
erdê, jinên li ber welidandinê ji tirsa dengên sîlehan berdavêjin û sêwî bi
dawa dêya xwe ve dibin çirçirk; dîwarên bedana kevnare û Minareya Çarling ji
guleyên teresan dibe moxil û serad, xwîna lawên bavan li kevirên reşxemilandî
dibe herikîna cihokê û bi sedan bisk û gulî bi ser tabûtên fêrizan de tên
qutkirin; keç û lawên bavan mîna paşmêlkan di sikakên çivîkî de li rêya revê
digerin û xwe davêjên bextên welatên dûr, hemû mal û milkên vî miletê perîşan
ji terefê faziqan de desteser dibin û rojê bi dehan keç û lawên bavan di qefes
û lelekên bêbavan de bi zikkişkê diherin kurahiya zindanên zaliman; di vê dema
ku dê weledê xwe avêtiye, tu di vî hundirî de çi dikî?