Sîsê
Kurte
Ev novela Mîroyê Esed a
bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û
şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna
cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên berê ew fikra realîzma
sosyalîzmê jî dihewîne. Dîsa jî di temaya wê û zimanê wê de lîrîzmek heye ku
dengê dilê însên yanî dil û hisên wan vedibêje. Sîsê, novelek e ku çawa strana
dilên evîndaran distrê, her wisa teswîr û strana tebî‘etê ye; xuşîna çêm û pêla
zeviya zêrzemîn. Û şahidiya heyamekî dike, eva ji bo modernîzma civaka wê demê
tiştinan dibêje. Zimanê romanê jî der barê wê çaxê de ne ku ji bo edebiyata me
mîratek e.
Di para duduyan ya vê
berhemê de, hikayeta bi navê Tayê Tenê, ew dîsa behsa wextekî dike ka çawa ew
edetê berê xasma qelen ku ji bo zewacê çi zehmetiyan tîne pêşiya cima‘etê.
Rizgar Elegez
Sîsê kitêba Mîroyê Esed e
ewilîn e û ew serhatiya ‘emrê Kurda yê kolxozê dide kivşê.
Êmma Ûsivê Bekoyêva