Lis

Sîsirkê Hesinî - Jiyannameya Zarokatiyê

%20İndirim
104,00 TL
130,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare193
Fiyat
130,00 TL + KDV
*104,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Ka bibêje zaroko! Te çi dîtiye kambaxo; her tiştî bibêje; her tiştî tazî bike. Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe.

Tu zarok î, û ma em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake... De ka bibêje lo!


“Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse, lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike.

Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin.


Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî?


Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.”


Bi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî!


Ji Lîsê...

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Sîsirkê Hesinî - Jiyannameya Zarokatiyê bijare193
Sîsirkê Hesinî - Jiyannameya Zarokatiyê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.