Sîwana Qur'anê - Meala Qur'ana Pîroz
Puxteya Pirtûkê
Sîwana Qur'anê -Meala Qur'ana Pîroz-
Her musliman, divê peyama îlahî fam bike ku ka
Xwedaçi jê dixwaze, çi emir dike, çi mizgînan dide, çi qedexe dike û wan ji çi
haydar dike; da ku li gor wê peyamê bijîn û jiyana xwe pê bixemilînin. Lê her
kes bi zimanê Erebî nizane, ta ku ji wê çavkanîyê vexwin. Peyama îlahî, ne tenê
ji bo mela, îlahîyatnas û xwendayan, belkî ji bo her kesî ye. Lewma jî divê
meal, bi uslûbek hêsan, zelal û bi zimanê gel bê nivîsandin. Kî dibe bila bibe
gava dest bi xwendina wê bike, divê bê zehmetî fam bike û ji mesaja îlahî
îstifade bike. Ev mela ku li ber destê we jî, heta ji dest nivîskarê wê hatiye
zimanekî zelal û asan bi kar aniye. Meal yan jî werger, ne Qur’an bixwe ye, lê
îfadekirina me‘na peyama Qur’anê bi zimanekî dinê ye. Lewma jî navê vê mealê
bûye SÎWANA QUR’ANÊ.