Sîyabend û Xecê
Kurte
Xwendevanên delal: Dem ê
mirov li wêje û toreya Kurdî dinêre, Pir bi eşkereyî dewlemendî û tekûziya wê
tê Xanî kirinê. Di vî warî de bi dehan berhemên wêjeyîdi kirasê helbest û nesîr
da tên dîtin wekû Şîrîn û Ferhad, Mem û Zîn, Kaweyê Hesinkar, Leylî û Mecnûn
û…hwd. (Xecê û Siyabend), yanî nivîsîna
niha li ber çavê we ye, yeke ji destanên evîndarî û qehremanî di tore ya Kurdî
da. Ev destan ji aliyê mamosta (Siyabedov)
ve bi zimanê şîrîn ê kurmanciya jorîn ve hatiye nivîsîn. Mamosta Şukur Mustefa
jî, ji rênivîsa Slavî derbazê rênivîsa Kurdî (tîpên soranî) Kiriye, me jî
pêwîst zanî wekû xwendevanên me yên bi rênivîsa Kurdiya Latîndixwînin, ji vî
behrem ê giranbiha behremend bibin, lewra me jî dest bi zivirandina wê kir, Dibe
kû di naveroka destan ê da, di warê ziman, giranî û carna çewtî hebin di çapê
da l ême nexwest guhertinê têda çêbikin, ji berkû destpakî rûmet dayineke ji bo
keda nivîskar. Her weha mamosta Şukûr Mustefa di dawiya pirtûkê da, ferhengokek
bi şêweya Soranî amade kiriye, me jî wate ya wan peyvan wergerande ser şêweya
Kurmanciya jorîn û hindek ji peyvên kû wateya wan dihat nas kirin, ji nav hatin
derxistin. Ûmêd ewe bibe cihê rezamendiya xwendevanên giranmaye, tevlî
kêmasiyên di wergerandin û çapê de heyî.