Spîtama
Ji kitêbê
“Xweda azadî ye Maîdyo. Tu yê bibînî em ê dinyayê ronî
bikin Maîdyo! Em ê neheqî û koletiyê ji holê rakin Maîdyo! Em ê mija reş û tarî
ya ku xizan û hejar fetisandine gişî têk bibin Maîdyo! Tu yê bibînî delalê min,
em ê jiyanê ji koledar û zaliman, ji hesûd û çavbirçiyan, ji gur û keftaran, ji
mar û şarmaran rizgar bikin û jiyaneke ronî ava bikin Maîdyo! Jiyaneke ronî û
biriqî û azad û serbilind biqasî Xwedê û agirê wî. Tu yê bibînî delalê min,
rojekê dinya wek ava vî çemî û wek ewrên spîboz ên vî ezmanî wê zelal bibe
Maîdyo! Lê divê berê em bawer bikin, ger em bawer nekin tarî û xerabî wê dilê
me bikuje û bixwe, ji bîr meke Maîdyo tu dil di tariyê de şîn nabe, mezin nabe.
Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan!
Xweda ronahî ye Maîdyo, em çirûskên wî!”
“Heta mirinê Spîtama, heta mirinê!”
***
“Şervanên agiran! Agirên min! Ez dibînin artêşa dijmin a li hemberî me dest mişt hesin û dil qewî hesin e, lê ji bîr nekin ku ew hesin bin hûn jî agir in û tu hesin li ber tu agirî nikare xwe bigire û bi ser bikeve; ji bîr nekin ku agir her hesinî ditewîne, agir her hesinî dihelîne! Agirên min, ev cenga hesin û agiran e! Hesin her çi bibirre jî tu carî nikare tu tiştî bi agiran bike, hesinek nikare tu carî agirekî jê bike; agir jê nabe, lê têr têr hesinan têk dibe û ditewîne, ji bîr nekin di cenga hesin û agiran de agir her tim serfiraz in.”
***
Wî ji min bawer dikir û ji bo min şer dikir.
Ew li vî welatê xwe yê çiyayî,
ê ku navê wî Medya bû, çiyayekî din bû,
ew li Medyayê çiyayê herî bilind bû,
ew Spîtama bû.
Ez ji çiyayan hez dikim, ji ber ku ew pir nêzîkî min in;
ez ji çiyayan hez dikim, ji ber ku berê berê çiya dengê
min dibihîzin;
ez ji çiyayan hez dikim, ji ber ku berî her derê ewil ro
li çiyayan hildibin.