
Stranên Dawetan
Özet
Stranên dawetan yên
zarbêj, dengbêj û stranbêjan axleb bi dengî û bê enstruman muzîkê tên gotin,
heger enstruman hebin jî enstrüman bilûr, mey, def, dahol, zirne û wd.-li gor
dever, êl û ola civakê diguherin. Dawet, zêdetir bi rîtma gotinên stranê xurt e
ku yan yek dibêje û yek lê difetilîne, yan yek dibêje û kom lê difetilîne, yan
jî komek dibêje û koma din lê difetilîne. Bi vê rêbazê em dikarin bibêjin ku di
çanda Kurdan ya şahîyan da zarbêj, dengbêj û stranbêj di nava hevkarîyeka
siruştî da vê hemahengîyî pêk tînin. Di îcrakirina van stranan da govendger,
guhdar û temaşevan jî di xurtkirin û dewlemendkirina rîtm û gotinên stranê da
xwedî roleka giring in. Stranên dawetan yên ku ji alîyê jinan ve tên gotin bi
giştî stranên zîz, xembar, hestîyar û dilînî ne. Ji ber wê çendê jî rîtma van
stranan bi giştî nerm e û pê ra govend û dîlana van stranan jî li gor
xwiristîya jinê ya fizîkî û derûnî teşe digirin û rîtma wan hêdî ye. Ji ber van
egeran, stranan govendên jin û mêran jî, ne wekî hevdu ne. Ji taybetîyên
stranên jinan, yek jê mijarên stranên jinan in ku -veqetandina ji mala dê û
bavî, dûrketin, jêrdestîya civakî, di şer û cengan da karesatên neteweyî,
xwedîkirina zarokan û wd.- ew gelek zêde ne û ji ber wê çendê jî ew xwedî
bîrdankeka resen û dewlemend in, herweha ew bi rêya zewacê veguhêzerê çanda
devkî ya devokî ne, ku ji war û welatekî ber bi warekî din, wan stran bi devoka
resenî bi xwe ra gerandine.