
Sûc û Ceza
Özet
Ev berhema Dostoyevskî ji
sala 1886an vir ve ji aliyê bi milyon kesan ve hatiye xwendin, niha jî tê
xwendin û wisa xuya ye ku wê di rojên pêş de jî were xwendin. Ev berhema han ji
wêjeya Rûsî şaheserek e ku navê xwe li rûpela wêjeya dinyayê daye nivîsandin.
Sûc û Ceza hestên mîna alozî, nakokî, şikestin, hêvî, bêhêvîtî, mêrkujî,
poşmanî, xewn û xeyalên tirsnak ên ku di jiyana mirov de tên dîtin, di
şexsiyeta lehengê xwe Raskolnîkov de li ber çavan radixe. Raskolnîkov lehengekî
ji nav jiyanê ye, şagirdekî zanîngehê ye, di nav xizaniyeke dijwar de diperpite
û sedem vê yekê biryarekê dide. Lê mixabin ev biryar ango kuştina yekî, jiyanê
lê heram dike. Şevên bêxew, xewnên tirsnak, şayesandina bûyeran û kesayetan;
mirov bi xwe re dibe ode, hewş û kolanên wî bajarî. Lewma di vê berhemê de
tansiyon her car bilind e. Sûc û Ceza şahesereke hêjayî xwendinê ye û ji bo
romannûsa jî mînak û çavkaniyeke bêhempa ye.