Tarîxa Dinêserê
Kurte
Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê
dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem
dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda,
Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên
Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin.
Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar
hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in.
Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine.
Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek oryantalîst û kolonyalîst dîroka
xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund,
çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û
aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna
serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn yan jî li ser
tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî
dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi
zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî
taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji
tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên
eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û
lêkolîneran berhemeke muhîm e.
Tarîxa
Dinêserê - Îbnu Ilalmiş
(Ji Kitêba
Hilyetu’s-Seriyyîn min Xewasi’d-Duneyseriyyîn Hatiye Neqandin)
Amadekar û
Werger: Mela Birhanê Tarînî