Teorîya Hînkirina Kurdî - Kurmancî
Kurte **
Hînkirina zimên ji roja ewil heya niha ji ber ku hînkirin li
gorî çand, ziman û perwerdekaran
diguhere mijara nîqaşê ye. Hînkirina Kurdî (Kurmancî) jî ji vê rewşê
para xwe girtiye û di ser de jî li her herêman bi demên cuda û bi şêweyên cuda
tê bikaranîn. Di vê xebatê de em ê bala xwe bidin ser perwerdehîya Kurmancî li
Tirkiyeyê
Pêvajoya hînbûna zimên wekî zimanê ewil li ser rûyê dinyayê
li gorî rêza guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsînêye. Guhdarîkirin û
axaftin wekî tên zanîn bi awayekî xwezayî di nav malbat û civakê de, ‘xwendin’
û ‘nivîsîn’ jî bi awayekî sîstematîk di nav pergala dibistanekê de tên
hînkirin. Ev rewş di zimanê kurdî de pirsgirêk e, gelek însanên li gund û
bajaran mezin dibin bi hêsanî her du şîyanên ewil hîn dibin û bi kar tînin, lê
ji ber ku perwerdehiya Kurmancî bi rêk û pêk, demdirêjî, sîstematîk û bifermî
tune ye hînbûna zimên tê birîn û li ser her mirovî bandorên cuda derdikevin
holê.