Ulysses - Çapa Taybet
Kurte
Ulysses, James Joyce
“Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî
terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî
kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî
û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê
bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”
T. S. Eliot
“Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya
gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke
kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”
Harold Bloom
“Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew
qewam bi xwe ye.”
Samuel Beckett
“Kawa Nemirî ji bo wergera Ulyssesê çavkaniyên
kurdiyê hemû seferber kirine û bi vê rêyê re çaviyên edebiyata potansiyel ya di
zimanê kurdî de vekirine… wisa ku careke din biçespîne ku zimanê lawaz nîne,
meger xwîner lawaz bin.
Xwendineke oqyanosî li
ber me xwînerên kurdiyê ye vê carê.”
Ergîn Sertem
“Wergera bi kurdî ya Ulyssesa James Joyce, der
ji şikberiyê, serkeftineke abîdeyî ye bo zimanê min ê zikmakî. A Kawa Nemirê
şa’ir kirî, ku ji 2012an û vir ve li Kurdistanê li Diyarbekirê û li Mêrdînê min
bi çavên serê xwe dît, qet guman tê de nîne, tolhildaneke gewre ye ku hat
hilanîn ji koloniyalîzma zimanî ya dereke û navxweyî. Ji niha û pê de, kurdiya
Ulyssesê giyanê me yê hevbeş e.”
Şener Ozmen
“Va bû. Kawa Nemirê çargurçik Ulyssesa ‘ezamet
a James Joyceê pirrole bi kurdî (kurmancî) dibêje. Stephen Dedalusê lixwedîtî
dê êdî li nava kolanên Dublina me bigere.”
Selîm Temo
“Ji sala 2022yan û pê de, ji 100em sala
çapbûna Ulyssesa James Joyce û pê de, kurdiyeke Ulyssesî û Ulyssesa bi kurdî
heta bi hetayê dê bibe berhema li ber serê me.”
Papiers de Paris, Behîce
Ferîde Demir
JAMES JOYCE: James
Augustine Aloysius Joyce, şa’ir, romannûs, kurteçîroknûs û şanona-
menûsê ayrlendî yê ku di 2yê Reşemeya 1882yan de li Dublina paytexta
Ayrlendê ji dayîk bûye, bêtir ji berhemên xwe yên mayîn, bi her du
romanên xwe yên ‘ezamet, bi Ulyssesê (1922) û Finnegans Wakeê (1939) bi
nav û bang e. Di şeş saliya wî de malbata wî ew şande dibistana leylî ya
cezwîtan a bi navê Clongowes Wood College ku di heyna xwe de yek ji
baştirîn dibistanan bû li Ayrlendê, lê belê, ji ber destbelavî û
deyndariya berdewam a bavê wî John Stanislaus, Joyce nekarî bi xwendina xwe
ya di wir de berdewam bibe û di 1891ê û 1892yan de li malê li jêr
çavdêriya dayîka xwe Mary Janeê perwerde bû û di 1893yan de li gel
birayê xwe Stanislaus di Belvedere Collegea dibistana navîn a cezwîtan de
dest bi xwendinê kir û her di wê dibistanê de qewimî ku Joyce dest ji
baweriya xwe ya dînî ya Kasolîkiya Romayê kişand. Di pey re, di Zankoya
Dublinê de (ku ew jî dezgehekî qeşeyên cezwît bû) wî dest bi fêrbûna
zimanan kir, birrek kitêb xwendin, zehf xebitî û bi şêweyekî geş û gurr
beşdarî Civata Edebiyatê û Mêjûyê ya zankoyê bû. Joyce heyranê Henrik
Ibsenê nûserê norwêcî bû û her wan salan, bi tenê ji bo ku bikaribûya
berhemên wî bi zimanê orcînal bixwîne, fêrî norwêcî bû û yek ji wan
nivîsên xwe yên pêşîn î micid, Dramaya Nû ya Ibsen a li ser şanonameya
Ibsen a bi navê Dema Ku Em Mirî Hişyar Dibin nivîsî, di 1900î de di 18
saliya xwe de di London Fortnightly Reviewê de da weşandin û nivîskariya
wî jî bi wî awayî dest pê bû. Di 31ê Çiriya Pêşîn a 1902yan de Joyce
zanko kuta kir û jê û pê de, wekî rahênanên bo nivîskariyê, wî şi’r
û epîfanî (kêliyên tezahuran) nivîsîn, pê re jî, ji bo ku bijîşkiyê
bixwîne, çû Parîsê, lê li wir wî waz li wê hizrê anî, danasînên
kitêban nivîsîn û di Kitêbxaneya Sainte-Genevièveê de xwe amadeyî
nivîsîna berhemên xwe yên gewre yên cîhanhejên kir. Sala 1903yan, ji ber
mirina dayîka xwe, Joyce bo demeke kurt vegeriya Ayrlendê û wan salan jî dest
bi nivîsîna romana xwe ya avtobayografîk a kutanebûyî ya bi navê Stephen
Hero kir, ji 1904an û pê ve pê ket kitêba xwe ya kurteçîrokan, Dubliners
(Dubliniyekan) nivîsî ku axirî di 1914an de hat çapkirin. Di 16ê Pûşpera
1904an (Blooms- day-Roja Bloomî) de Joyce û hezkirî û hevsera wî Nora
Barnacleê li Dublinê hev nas kir û di Çiriya Pêşîn a heman salê de her
duyan bi hev re ji Ayrlendê berê xwe da bajarê Zurîxê yê Swîsreyê,
piştî wê bi salekê, li bajarê Triesteyê yê Îtalyayê hêwra xwe danîn,
Joyce li wir mamos- tayiya zimanê ingilîzî kir û li ser kurteçîrokên xwe
û romanên xwe xebitî, zarokên wî û Norayê, Giorgio û Lucia, li wir ji
dayîk bûn. Kitêba wî ya şi’ran a pêşîn, Chamber Music (Mosîqaya
Jûrê) di 1907an de li Londonê çap bû. Wan salan, Joyce berhema xwe ya bi
navê Stephen Hero ji sêrî de ji nû ve nivîsî, ew mesixande romana xwe ya
bi navê A Portrait of the Artist as a Young Man (Wêneyekî yê Hunermend
wekî Peyayekî Xort) a ku di 1916an de hat weşandin û di 1918an de jî
yekane şanonameya wî Exiles (Derbiderekan) hat weşandin û di 1914an de li
Triesteyê êdî wî dest bi nivîsîna Ulyssesa xwe ya gewreya gewreyan kir,
ku di 1915an de Îtalya tevî Şerê Cîhanê yê Yekem bû, Joyce bi malbatî
li Zurîxa Swîsreyê akincî bû, bi piştevaniya darayî ya bi salan a du
jinên dewlemend, Edith Rockefeller McCormickê û Harriet Shaw Weaverê, wî
nivîsîna Ulyssesê di 1921ê de li Parîsê kuta kir û Sylvia Beacha xwediya
Weşanxaneya Shakespeare and Companyyê di 2yê Reşemeya 1922yan de, tam di
çil saliya Joyce de Ulysses li Parîsê çap kir ku wê hingê ti kesî xwe
nedida ber çapkirina wê. Kitêba şi’ran a duyem a Joyce, Pomes Penyeach jî di
1927an de li Parîsê hat çapkirin ku bi tenê ji 13 şi’ran pêk tê. Piştî
bêtirî bîst salan, di 1931ê de Joyce û Norayê seredana Londonê kir û li
wir bi fermî zewicîn, dîsa vegeriyane Zurîxê û car û baran bi malbatî
geh li Zurîxê, geh li Parîsê man û di gel kêşeyên giran ên di
bînayiya xwe de û tenduristiya xwe ya xerab, Joyce bi qasî 17 salan li ser
romana xwe ya dawîn e untranslatable a bi navê Finnegans Wake xebitî û di
sala 1939an de ev roman li Londonê hat çapkirin. Joyceê bi şi’r,
kurteçîrok û romanên xwe ve xwedanê berhemên gerdûnhejên î nemir, dema
ku di 1940î de di henga Şerê Cîhanê yê Duyem de Naziyan Fransa dagîr
kir, malbata xwe bire Zurîxê û li wir di 13ê Rêbendana 1941ê de ji ber peqîna
ulsera xwe mir û her li wir di Gorristana Flunter- nê de bi xakê hat
spartin.
ULYSSES
Sertîmar, tevkutayiyê Buck Mulligan, di
dêst de zerikeke çilk ji kefa sabûnê, ku neynikek û gûzanek çeperast
danîbû ser, numa di serê derencokê re. Bayê sivik ê siharê kirasê
qîçik ê piştêna xwe venebestî ji pişta wî ve pif dida nermenerm. Wî
hilda zerik bilind kir û bi meqamekî yekaheng biland:
— Introibo ad altare Dei.
Vewestiya, zûr bû û li
jêrê, li pêlingên çivaneyî yên tarî nihêrî û mîna kewê ribat bi
qebeqeb xwend:
— Kinch, were banî. Were
banî, wey ziravqetiyê serî qûço, binî pûço.
Wî bi tellebazî gavên
xwe ranan û hilkişiya ser dika topagirkirinê ya girover. Berê xwe pê de
kir û bi teqleke giran sê caran homandin birc, kirr û kewşenên çarmedor
û çiya û çelixtên ku dikirana hişyar bibin. Paş ku çav bi Stephen
Dedalus ket, ber bi wî de xwar bû, xirexirek ji gewriyê çû û serê xwe
hejand, lezelez bi destê xwe xaç li rozgarê kire nexş û nemûr. Stephen
Dedalusê hevreşî û melomestî ji bêxewiyê xwe tevî milên xwe sparte
jora serê derencokê, heçku bibêjiyê “Te serê xwe dîtiye?” nihêrî li
sikûmê dirozgekar î bi dirêjiya xwe ve mîna yê hespan ê ku ketibû ber
şek û pekan û xirexir jê diçû, nihêrî li tepa wî ya qeşekî
kurrnekirî ya mûyî çûrr, debaxkirî û bi rengê berûya spîçolkî.
Buck Mulligan hangava di
binê neynikê re bi dizî nihêrî, pê re jî zerik bi xasûkî jê vedizî.
— Lê din herine qijleyê
kuro! wî got bi zirtînî.
Bi zarê şorrindgoyekî
jî pê de çû:
— Lewma, Lo xelqê şebab
î delal, ev e Komînyona resen: beden û giyan û xwîn û birîn. Sazbendno,
ez gorî we, bi teqla giran werin. Gelî camêran, çavên xwe bigirin. Ka
bisenin. Mîratên van spîgilorikan çîçkekî pêxemê lê dixin lo. Civat,
hela xwe kerr kin.
Wî bi kuja çavan jor
raçav kir, tiliyên xwe xistine devê xwe û dûr û dirêj û bemebem li
fîqê xist, paşê bo gavekê di nava serinceke xayîs de sekinî, pê re jî
çîk û çirûsk çûn ji ber deqên zêr ên diranên wî yên birêkûpêk û
spî. Kirîsostomos. Di nava rozgara steqirî re zimîniyeke xurt e zîr bi du
derban li wî fetiland.
— Malî ava,
bavêminkiro, wî bi dengê hêl got bi tehrekî pîk. Îcar çêbû. Axûyî,
ceyranê jî bitefînî, baş e?
Wî firqas da xwe û ji gerra
dika topagirkirinê derket, ku ji aliyekî ve tewqên berdayî yên dawa
kirasê xwe li teşkên xwe dipêçan, ji aliyekî ve jî bi sergevezî li
bînerê xwe nihêrî. Ji rûçikê wî yê hupiz î tirş û ximximka wî ya
şorr e hêkanî, te digot qey metranekî, heylo, piştevanekî hunerê yê
serdemên navîn e. Bişirîneke xemrevîn di nerma xwe de hasil bû li ser
lêvên wî.
— Ay çî sosret e! wî
got bi beşerxweşî. Navê te yê ku kenê miriyan pê tê lo, erriik, dibê’
qey navê yewnanekî binê zemanan e ha!
Wî tiliya xwe bi
laqirdiya xerîbdostane ber bi wî ve dirêj kir, di ber xwe de keniya û xwe
da ber dîwarê nizm î çeper ê bircê. Stephen Dedalus gav rana û pê ve
çû, bi bêzarî piçekî da pey wî û çû li keviya dika topagirkirinê ji
xwe re rûnişt, sekinî li wî temaşe kir gava ku wî neynika xwe disparte
dîwarê nizm î çeper ê bircê, firçe di zerikê dadikir û hildida pê kef
di gepên xwe û di gerdena xwe dida.
Çîveçîva Buck
Mulligan pê berdewam bû.
— Kenê miriyan bi navê
min jî tê: Malachi Mulligan, bi du daktilosan, şeşbangî. Lê sewteke
hellenîk didêre, ne wisa? Her wekî gakovî bi xwe be, yê şampaz û ba jê
re nîne. Heq e em biçine Asînayê. Ku ez bikarim bîst panotan ji xaltîka
xwe biçopînim, tu yê bêyî?
Wî firçe danî
aliyekî, weto kenî, mumkin bû mirîşk bi hemî perran biçîte devê wî,
bi qîrînî got:
— Ew ê jî were ha? Mala
minê. Birê marî, felekê kumê
xwe lê xwar kirî.
Sekinî, dest pê kir bi
pûtepêdan riyê xwe kurr kir.
— Mulligan, ka bo min
bibêje, Stephen semtika got.
— Lebê, ya hebîbî?
— Gelo Haines dê hê çi
qasî di vê bircê de bimîne?
Buck Mulligan gepa xwe ya
kurrkirî di ser sermila xwe ya rastê re nîşan da.
— Xwedêko, vî merivê
rêjkenî em dabarandin, ne wilo?
wî got bi deqerûyî.
Saksonekî ku canê mirov zer dike. Bi hiz- ra wî, tu ne camêr î. Xwedêko,
ev ingilîzên ji bêvila Şeytên ketî. Pere û xwelî yek e li ba van ên ku
zîn li bizinê jî dikin. Te dî, bi xwe ji Oxfordê ye, lewma ha. Dedalus
giyan, zanî, ‘esas rabûn û rûniştina te çil pere şaş nekiriye ji ya
Oxfordi- yan. Ew nikare ji te beşer bike, qubanê. Lê ew navê ku min li te
kiriye, ez bi gorra kaliko kim, jê çêtir tine: Kinchê tûjo.
Pê ketibû bi hemdê xwe
çena xwe kurr dikir.
— Dev li wî bûbû
kelefe, şev pê ve qala panterekî reş dikir, Stephen got. Qibûrê qirmeya
wî li kû ye?
— Mêrik î qafseqetekî
kezebşewitî ye da! Mulligan got. Ma qey ziravê te jê qetiya?
— Qetiya, ma çawa
neqete, Stephen got bi xîreta pê de hatî û ji lêpa tirsê. Ca bide bîra
xwe, li wê derêkê, di tariyê de, li nik peyayekî ku ez nas nakim, kapê
xwe qetandiye û ji xwe re dinale hey dinale, dibêje, ez ê wî panterê reş
hişk bikim. Di wexta xwe de te mirov ji xeniqînê filitandine. Lê tu were,
ez î ne şêrgele me lo. Heke ew li vir bimîne, ez ê destê xwe ji vê derê
bişom û herim.
Buck Mulligan bi
rûtirşî nihêrî li kefa li ser devê gûzana xwe. Ji ciyê xwe yê ku lê
lîs girtibû bi firqas xwe berda xwarê û dest pê kir lezelez berîkên
pantorê xwe vejandin.
— Kambaxê, ka bi kû de
çû! wî kire qîrînî bi dengê dewixî. Derbasî ber dika topagirkirinê
bû, gava ku destekî xwe xiste berîka jorîn a Stephen, got:
— Ka wê pozmalka xwe
bide me wekî em gûzana xwe pê paqij bikin.
Wî ew destmala qirêj e
qurçimî kişand û derxist û bi kuja
wê girt, rakir û bi
‘erzşikênî nîşan da, lê Stephen xwe ehmeqşeytanî kir. Buck Mulligan
devê gûzanê xweşik paqij kir. Paşê, ku zîq li destmalê nihêrî, hilda
got:
— Tu l’ pozmalka
dengbêjan ha! Rengekî hunerî yê jîp- janta bo hozanvanêd me yêd
ayrlendî: keskelîçik. Wextî meriv bixwaze wê tehm bike, ne wilo?
Dîsa derkete ser
dîwarê nizm î çeper ê bircê, ku porê wî yê kej î
spîçolkîwekberûyan nermika pêl dida, bi awirine zûr nihêrî li kendava
Dublinê.
— Ya star! wî got di
nerma xwe de. Çawa ku Algy gotiye, ma ne: dayîkeke gewre ye neşmîle, ne?
Deryaya keskelîçik. Deryaya ku dike gunikên mêriv qincilê xwe bikin. Epi
oino- pa ponton. Ax, Dedalus, ev qewmê yewnan! Min divê te fêr bikim. Divê tu
der heqê wan de di deqên resen de bixwînî. Thalatta! Thalatta! Ew dayîka
me ya gewre ye neşmîle ye. Ka were lê binihêre.
Stephen rabû ser xwe û
ber bi dîwarê nizm î çeper ê bircê ve çû. Hilpesirî ser çepêr, li
jêrê, li avê û li wapora posteyê nihêrî ku di devê bendera Kingstownê
re derdiket.
— Dayîka me ya bi qas û
qudret! Buck Mulligan got.
Wî mîna tîra kullê
çavên xwe yên sût î lêger ji deryayê guhestin û berê xwe da sikûmê
Stephen.
— Bi ya xaltîka min be,
tu bûyî bayîs, te ciya xwe kuştiye, wî got. Lewma jî pepûkê dike ser
min wekî ez werîsê xwe ji te hilçinim.
— Yekî ciya min kuşt,
Stephen got bi dilkovanî.
— Kincho, kullgewriyo,
wexta ku ciya te ya li ber sikratê ji te hêvî û tika kir, te dikarî çong
daniya ‘erdê, Buck Mulligan got. Ez jî bi qasî te haypirboreyî me lo. Lê
gava ku tê bîra min, di riya Xwedê, rebena ciya te ya ku ruh jê dikişiya
berzûrî te bû wekî tu çong bidî ‘erdê û dua û dirozgeyekê bigihînî
ber ruhê wê. Û tu bi vê yekê qayîl nebûyî. Tiştekî bêwayîk bi te re
heye....