Vejandina Dîroka Zanayên Kurd Bi Rêya Destxetan Re
Özet
Heke em hinek çavê xwe li
dîrok û çapemenîya Kurdistanê bigerînin, em dibînin her beyn nabeynekê û sal ne
salekê -heke hemî salekê û salê yek-du caran nebûbe- şer û qirênên mezin di
navbera desthilatdarên Romê û Ecem de rû daye û bi piranî şergeh û meydana
şerên wan li ser ax û welatê kurdan bûye. Her kîjan yê din mexlub kiribe, piştî
wê çi bi derdê xwaribe, bi talan û birrînê rapêçaye û lûl kirîye, ew rika kerb
û kîna wî dagirkerê bêmerhemet bûye, alav û agir berdaye kitêbxane, xwendegeh û
cihên pîrozz û xwelîya berê ezîyet, mejî, bîr û zanayên kurd bûye kil û sûrmeya
çavê wan.
Bêguman heke piranî û
binînehatîya şûnewarên zanayên kurd nebûya dibû piştî wan karesatan- xeberek ji
paşvemayê bîr û hişê zanayên vî gelî di dest de nebûya.
Piştî destê min qelemê
girt û çavê min bi kitêbên dirrîyayî ket, bala min li ser kitêbên kevin û
perritî livîya û ez bi wan re jiyam û wan tesîrê ser ruh û hinava min kirin.
Car caran jî li ha û li wir tiştek ji min didirrandin. Heta van demên dawîyê bi
zêde wextderbaskirina bi gelek milên din ve, bi danîna li milekî gelek
projeyan, min wext û firset ji xwe re pêk anî heta tê de goşeka paşvemayê ji
destê karesatan rizgarbûyî, şûnewarên zanayan tê de çêkim.