Xanînasî
Kurte
Di dîroka her milletî de
şexsîyetin hene dibine nasname ji bo gelê xwe. Vêca heke ku em bixwazin Ehmedê Xanî
bi cumleyekî tarif bikin dikarin bêjin ku Xanî, nasnameya gelê xwe ye. Kesê
bixwaze bîr û bawerî, 'urf û 'edet, îlm û îrfan, edebiyat û huner, hest û
tebî'etê Kurdan hîn bibe pêwist e ku berhemên Ehmedê Xanî bixwîne û li mîrasa
wî meyze bike.
Xanî ji bo gelê Kurd, ji
bo ziman û edebiyat û çand û dîroka Kurdan ne hema şa'irek e, edîbek e,
rewşenbîreke yan 'alimek e; heman demê de ew rêbere, nasname ye, û alaya
milletê Kurd e ku bi wî tê naskirin û bi wî, cihê wan di nav gelên dinyayê de
tê dîtin. Vêca mirasa ku Xanî li dûv xwe hiştî ne mîrasek e maddî ye ku merûzê
mirin û hilweşînê be. Ew mîrasa ku Xanî li dûv xwe hiştî, mîraseke nemir e wê
heta hetayê hebe û ronî û geş be.
Xanî xwestiye ku milletê
wî jî mîna her milletî cihê xwe di rêza pêşbazîya pêşdebirina şaristanî û
medeniyeta însanîyetê de bigire. Herwisa Xanî xwestîye ku milletê wî jî mîna
her milletî perwerdeya dînî û fennî bi zimanê xwe bibîne.
Ehmedê Xanî bangewazîyek
kiribû û gotibû:
Teb'ê Xanî sedefa gewherê
îrfan e welê
Metinxûnek ku nebit
sahibê me'na çi bikit?
Pispor û hezjêkerên
mîrasa Xanî bi amedekirin û rêxistina vê berhemê xwestin bibin heleqeyek di
rêza wan metinxwanên ku Xanî behs jê kirî û hêvî kirî.