Xatê Xanim
Ji
Xatê Xanimê
“-Mala
we ava be, çima hûn Tirkan nas nakin? We Dewleta Romê li me kire Çiyayê
Girîdaxê. Tu yê qey bibêjî em Tirkan, qanûna wan nas nakin... Eger cimaet
hinekî dengê xwe bilind dike û li miqabilî qanûna Romê dertê, bi elbê re ew wê
qanûna xwe diguheze, “rind li cimaetê dinihêre”. Lê wexta ku devê şûrê wî
dibirre, cimaetê mîna gîhê bi kêlendiyê diçine. De tişt nabe, wext ê bê, cimaet
ê ji binê wê “qencî”ya wan derkeve.”
Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji
roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek
rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin
û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya
weşanê ya bihara 2012’an de, novela duyemîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Xatê
Xanim, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr,
Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa
Nemir weşand.
Xatê
Xanim, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a duyemîn, a ku
cara pêşîn di sala 1959’an de li ser destê Weşanxaneya Haypêthratê li Yêrêwana
paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û sê salan, bo cara çaran ji
aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin û
novela bi navê Xatê Xanim bi xwe ve
digire.
Eliyê Evdilrehmanê
nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara
sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji
dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa
Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê
wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li
welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya
xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê
Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê
heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li
Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.
Eliyê Evdilrehman,
salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta
Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê
para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di
heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên
dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.
Sala 1955’an, dema ku
li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya
Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî
beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi
pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê
Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir.
Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi
Kurdî de derçûn.
Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate
weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê
Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li
Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin.
Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa
kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.
Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya
paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.
Li gel nivîskarê Hewarîyê,
Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê
Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi
navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji
girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, nivîskarê berhemên bi
navê Morof, Gundê Mêrxasan û Şer Di
Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi novela xwe ya bi navê Xatê Xanimê ve, beşek ji serpêhatî û
qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê
jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya jineke Kurd a wêrek a bi navê Xatê Xanim
vedibêje.
Xatê Xanima novela Eliyê Evdilrehmanê
romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr, çîroka jineke netirs a Kurd a bi navê
Xatê Xanim e; yeke ku piştî mirina Têmûrê serek, êl û eşîrên, komên civakî yên
devera Dêrsimê yên Kurd tên ray û şêwrê jê distînin. Xatê Xanima ku di novelê
de di wê hewildanê de ye ku Sultanê kurê xwe yê tayê bi tenê ji nava lepên
mirinê derxe, balkêştirîn aliyê wê ew e ku di nava demeke kurt de dikare
komikên Kurd ên li deverê bi ray û şêwra xwe li hev bicivîne û bîne rayê, li
Çiyayê Êginê yê li nêzîkî Ezirganê û li çiyayên li fêza Dêrsimê wekî şervan wan
amadeyî şer bike û bi yekdestî wan derxe pêşberî hêzên dagirker.
Xatê Xanim novelek e, ya ku her çend behsa
jinekê dike, ya ku ji ber mijara xerc û xeracên dewleteke dagirker û girtina
Sultanê kurê xwe serî li hemberî hêzên dagirker hildide, lê ev jin çi dike çi
nake – bi helwesta xwe ya nêzîkî aqilan – nahêle şer dest pê bike, lê digihîje
merema xwe û kurê xwe rizgar dike, bi sadetiya honaka xwe û bi Kurdiya xwe ya
‘edetî ya xurt ve, hem di nava hemû berhemên Eliyê Evdilrehman de, hem jî di
nava sercema pexşanên bi Kurdî-Kurmancî de yek ji ‘eyantirîn deqan e.
Bi novela Xatê Xanimê
ya Eliyê Evdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî
de derdikeve û bi pêş de tê, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek,
di kesayeta Xatê Xanimê de rola jina Kurd di warê birêvebirina civakê de; dudu,
girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên
me.