Lis

Xewna Şeveke Havînê

%20İndirim
144,00 TL
180,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare186
Yazar
William Shakespeare
Sayfa Sayısı
160
Kitap Adı
Xewna Şeveke Havînê
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
Mart, 2013
ISBN
157-128-194684-7-6
Çevirmen
Kawa Nemir
Fiyat
180,00 TL + KDV
*144,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Xewna Şeveke Havînê, yek ji navdartirîn şanonameyên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, bi wergera Kawa Nemir, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema duyemîn a vê rêzê, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin.

Xewna Şeveke Havînê ya ku yek ji şanonameyên Shakespeare e, yên ku herî zêde hatine lîstin û têne lîstin, di sala 1597'an de hatîye nivîsîn û tevî hatûçûya geş û gurr a qerekterên tê de şanonameyeke bizavdar û gelekî komîk e. Her wiha, bi zimanekî sade jî êş û jana dildaran bi vî rengî dide xuyakirin:

 

“Hin kes çawa dikarin ji kesên din bextewartir bibin?!

Li seranserê Atînayê dibêjin ku ez bi qasî wê bedew im.

Lê bi kêrî çi tê? Demetrius wilo nafikire,

Heta ku çewtîyê bike, bibe mirîyê çavên Hermiayê

Û ez jî wiha bi hemû tiştên wî rayî bim,

Ew ê ji tiştê ku nas dike û pê ve tiştekî din nas neke.

Evîn dikare tiştên ji dera hanê yî rûreş î virtîvala

Tê xe dilqekî din, rûmetê bidîyê.

Evîn bi çavan nanihêre, bi xeyalan dinihêre,

Lewma Cupidê baskdar kor tê nîgarkirin.

Evîn nizane bisekine û hizir bike,

Baskên wê hene, çav nînin li ser, ber xwe nabîne difire.

Lewma jî dibêjin, Evîn zarokek e,

Ji ber ku di hilbijartinê de pirr caran tê xapandin.

...”

Xewna Şeveke Havînê ya ku William Shakespeareê gewre ew çar sed û hejdeh sal berê nivîsîye, yek ji parçeyên zêrîn ên gerdûna şanoya Shakespeare e, yên ku li hemû cîhanê navdar in. Xewna Şeveke Havînê, ku Shakespeare tê de çîroka xwe ya mirovan û cin û perîyan ji çavkanîyên dîrokê û ji zargotina gelê xwe tîne, êdî bi zimanê Kurdî yê dewlemend, li ber dest e!

 

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Xewna Şeveke Havînê bijare186
Xewna Şeveke Havînê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.