Xeyb
Kurte
“Ev
qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e,
qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî
xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev
qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê
li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê
heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...”
Di Xeybê de, Şener Ozmen
bi hostatîyeke deradetî me ber bi bîra xwe/me ya xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike
û derûna xwe/me ya binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî
dike.
Vegotina romanê ya di deryaçeya
Kurmancîya Reş de hatiye noqkirin, hizirên merivanîya me ya paşperdekirî bi Rê û Zê dike û bi gilîgotinên û qisekirineke
jîyanî ya serincrakêş li ber dilê me dide û kat dike.
Xeyb romaneke weha ye ku ji refê
rêzenivîsên asêmayî û xwedubarekirî yên Kurmancîyê veqetîyaye û hewl daye
romannivîsîya me ji me rizgar bike.
Xeyb bi hûnandina xwe ya çapik û
çeleng nivîseke nû û ter e ku hêjayî liserrawestaneke hûrxwîn e.
Êdî li şaneşîna hizirpakî û kûrlênêrîna
xwînerên Kurmancîya Reş vêsa xwe digire