Xwînerê kujer
Kurte
“Tu nûçeyek wek nûçeya wergera
kitêbeke min bo kurmanciyê min kêfxweş nake. Di salên borî de, bi saya ked û
hewldanên Besam Mistefa hinek kitêbên min ketin ber destê xwînerên kurmanciyê.
Min hertim gotiye ku wergera
kitêbeke min bo almanî yan fransî bi wê radeyê min şadiman nake, wek wergera
berhemeke min bo kurmanciyê.
Mixabin heya îro pir hewcedariya
cîhana kurdî bi hevnasînê heye. Em kurd ne tenê ji aliyê dinyayê ve nayên
naskirin, lê belê em kurd bi xwe jî hev nas nakin.
Tu parçeyekî Kurdistanê bi hûrî û
zelalî nizane parçeyên din çawa difikirin. Lewma hebûna tevgereke lezgîn,
bibandor û bernamedar a wergera kurdî-kurdî pir giring û stratejî ye.
Gefa herî mezin ku li ser hebûna
me heye, ne ew dewlet û pêkhateyên siyasî yên mezin in ku li hebûna kurdan
mikur nayên, lê belê hev nenaskirina me ye jî.
Ev kitêb pêngavek bo hevnasînê
ye. Tiştê di vê kitêbê de bo min giring, ew e bo cara yekem kitêbeke min li
Rojava çap dibe. Kitêbên min li Rojhilat û Bakur çap bûne û hatine xwendin. Lê
ev cara pêşî ye nivîsarên min digihin Rojava.
Ez hêvîdar im di siberojê de
çêbibe em hinek berhemên din jî li wir çap bikin. Di vê qonaxê de, tiştê herî
giring bo mirovê kurd dîtin, nasîn û bikaranîna zimanê kurdî ye.
Di sî salên borî de hewldana
sereke ya min û hinek rewşenbîrên din li Başûr, guherîna zimanê kurdî bo zimanê
fikirînê bû. Heya zimanê kurdî nebe zimanê fikirînê, ango nebe zimanê
berhemanîna tekstên fikirî û felsefî bi kurdî, nabe zimanekî ku man û
berdewamiya wî misoger be. Ziman demeke tenê dibe zimanekî zindî gava bikare
fikir berhem bîne.
Tiştê dikare mana ziman misoger
bike û pêgehên wî xurt bike, ne tenê peyvên rût û bê naverok in, lê belê ew
hizir û raman in ku hildigirin. Tiştê miletekî sax radigire û zindî dihêle
kitêbên wî ne. Çiqasî kitêb binirxtir bin, şiyana mana ziman bihêztir dibe. Tu
hêzek nikare zimanekî bikuje heke tekstên giring û afirandinên mezin pê bên
nivîsîn.
Ez li vir spasiya hemû kesên ku
di werger, amadekirin û belavbûna vê kitêbê de beşdar bûne dikim. Ez hêvîdar im
ev tenê destpêk be û karên din di pey re bên.”
Bextiyar Elî
Peyvek bo wergera kurmancî ya
“Xwînerê Kujer”