Zimanê Me - Alfabe
Özet
Em hêvîdar in ev pirtûk
kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên
5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê
dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî
dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê
hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka
dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û
“ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî
hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.
Nivîsarên vê pirtûkê li
gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza,
ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.
Naveroka vê pirtûkê
neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew
dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin
û mêran hatine hûnandin.
Ji bo ku hewesa xwendina
kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên
kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê
pirtûkê rengîntir dikin.